Lady Gaga

Lady Gaga
Stefani Joanne Angelina Germanotta
Lady Gaga, 2010
Jiyan
Jidayikbûn28ê adara 1986an (38 salî)
New York, DYA
Cureyê muzîkêPop
Dance
Elektro
AmûrVokal
Piyano
Malperwww.ladygaga.com
biguhêreBelge

Lady Gaga an jî Lady GaGa, (jdb. 28ê adar 1986 li New Yorkê, DYA) bi navê xwe yê fermî Stefani Joanne Angelina Germanotta, stranbêjeke amerikî ya muzîka pop e. Berî ku dest bi strangotinê kir, ji bo komên wek Pussycat Dolls stran nivîsî.

Albûma wê ya yekemîn a bi navê The Fame di 19ê tebaxê ya 2008an kete piyasê. Albûm di welatên rojavayê de gelek hat ecibandin û stranên wê yên bi navê Just Dance û Poker Face li cîhanê gelek biserketin. Albûmê 6 caran ji bo xelata Grammy hate pêşniyarkirin û wek bastirîn albûma Electronic-/Dance ê hate hilbijartin. Di çiriya paşîn a sala 2009an de albûma wê ya duwemîn a bi navê The Fame Monster derket û ew jî gelek biserket.

Lady Gaga navê xwe ji strana Queens a bi navê Radio Ga Ga (ku ji aliyê Roger Taylor ve hatibû nivîsandin) ra girt.

Dîskografî

Albûmên wê

  • The Fame (2008)
  • The Fame Monster (2009)
  • Born This Way (2011)
  • ARTPOP (2013)
  • Cheek To Cheek (2014)

Klîbên wê

  • Just Dance (2008)
  • Poker Face (2008)
  • Eh, Eh (Nothing Else I Can Say) (2009)
  • LoveGame (2009)
  • Paparazzi (2009)
  • Bad Romance (2009)
  • Telephone (2010)
  • Alejandro (2010)
  • Born This Way (2011)
  • Judas (2011)
  • The Edge of Glory (2011)
  • Yoü and I (2011)
  • Marry the Night (2011)
  • Applause (2013)
  • Do What U Want (2013)

Çavkanî