Google Werger (bi inglîzî: Google Translate) xizmeteke Googleê ye, ku nivîs, gotar, dosye an jî malperan werdigerîne zimanên din.
Xizmet di nîsanê de di 28 zimanan de, û di sala 2006an de bi zimanê erebî hate raberkirin. Herwiha di 20 sibata 2015an de, dest bi zêdekirina zimanan kiriye û kurdî jî bi zaravayên xwe yên kurmancî û soranî jî ket nav zimanên wergerandinê û di serî de kurmancî û soranî herdû di bin navê kurdî de bi hev re dihatin wergerandin lê ew dibû sedema tevliheviyê lewre google dûre soranî cuda û kurmancî cuda da wergerandin. Wergera zaravayê kurmancî di sibata 2016an de hate aktîvkirin.
Gava 10em (piştî vê qonaxê, werger di navbera du zimanan de dikare bê kirin, bi bikaranîna zimanê îngilîzî wek gavekê navbeynkar, eger pêwîst bê) (di 8ê gulana 2008an de hate destpêkirin)
Gava 15em (di 19ê çiriya paşîn a 2009an de hate destpêkirin)
Qonaxa Beta'yê xilas bû. Bikarhêner êdî dikarin bi alfabeya latînî ê ko ji bo zimanên çînî, japonî, korêyî, rûsî, ukraynî, belarûsî, bulgarî, yewnanî, hindî û tayî hatiye hazirkirin hilbijêrin. Ji bo wergerên ji erebî, farisî û hindî, bikarhêner dikarin nivîsên zimanekê bi tîpên zimanek dî binivîsin û wê nivîs ji alfabeya hêremî re ji bo van zimanan bên veguherandin.
Gava 16em (di 30ê kanûna paşîn a 2010an de hate destpêkirin)
Kreoliya Haîtiyî
Gava 17em (di nîsana 2010an de hate destpêkirin)
Bernameya axaftina di zimanên hindî û spanî de hate destpêkirin.
Gava 18em (di 5ê gulana 2010an de hate destpêkirin)
Bernameyên axaftinê di zimanên afrikansî, albanî, katalanî, çînî (kevneşopî), krowatî, çekî, danî, holendî, fînî, yewnanî, mecarî, îzlendî, îndonezî, lîtvanî, makedonî, norwêcî, polonî, portûgalî, rûmenî, rûsî, serbî, slovakî, swahîlî, swêdî, tirkî, viyetnamî û walesî de hate destpêkirin (girêdayî eSpeakê)
Gava 19em (di 13ê gulana 2010an de hate destpêkirin)
Gava 22yem (di kanûna pêşîn a 2010an de hate destpêkirin)
Latînîkirina erebî hate rakirin.
Kontrola rastnivîsê hate lê zêde kirin.
Ji bo hin zimanan, Google text-to-speechê pêkhîneran şûna dengê robotên ji eSpeakê bi teknolojiyên dengê xwezayê ya xwemalî re yên ku ji aliyê SVOX ve têne çêkirin re guherand. (çînî, çekî, danî, holendî, fînî, yewnanî, mecarî, norwêcî, polonî, portugalî, rûsî , swêdî, tirkî). Herwiha versiyonên kevin yên fransî, elmanî, îtalî û spanî. Latînî pêkhînerên wek îtaliyê bi kar tîne.
Bernameya axaftinê di zimanên erebî, japonî û korêyî de hate destpêkirin.
Gava 23yem (di kanûna paşîn a 2011an de hate destpêkirin)
Ji bo peyvekî hilbijartina wergerên cuda.
Gava 24em (di hezîrana 2011an de hate destpêkirin)
5 zimanên hindî yên nû (bi alfa) û mêtoda têketinê yê zimanekê bi tîpên zimanek dî nivîsînê: