Jidayikbûn | |
---|---|
Navê jidayikbûnê |
Curtis James Jackson III |
Nasnav |
50 Cent |
Hevwelatî | |
Perwerde |
Andrew Jackson High School (en) |
Pîşe |
Rapvan, strannivîs, aktor, derhênera/ê televîzyonê, music executive, karsaz, peyaner, investor |
Salên çalak |
Dp. |
Zarok |
Sire Jackson (d) |
Karder | |
Endamê | |
Bejn |
1,83 m |
Labels | |
Şêweyên hunerê |
Muzîka hîp-hop, East Coast hip hop (en), gangsta rap (en) |
Malper | |
Xelat |
Star on Hollywood Walk of Fame (d) Billboard Music Awards () |
Fîlmên navdar |
50 Cent filmography (en) |
Dîskografî |
50 Cent discography (en) |
50 Cent (jdb. 6ê tîrmehê 1975 li New York City, New York, DYA) rapvanekî amerîkî ye. Navê wî yê rast Curtis James Jackson III e. ew aktor'e jî. 50 Cent pitir bi navudeng ket bi albumên xo Get Rich or Die Tryin' (2003) û The Massacre (2005). Get Rich or Die Tryin' 8 çara xelatê platin ji layîê RIAAêve wergirt û pitir ji 15 million ji albuma xo firoşt li seranser hemî çihane. Albuma The Massacre 5 xelatên platin ji layê RIAAê ve wegirt û 11 million ji albuma xo firotin lê seranser çihane.
Curtis Jackson li South Jamaica, taxa Queens ji bajarê New York City, ji dayik bû û li wir belengaz dijî.Wî bavê xwe nas nedikir, dayîka wî li mala xwe hatiye kuştin.Hin kes ketibûn mala wê û bi gazê kuştin wextê ku ew hên di xewê da bû. Li wê demê Curtis hên 8 salî bû. Piştî mirinê dayîka wî ew li cem bapîrên xwe dijî. Dema ew 12 salî bû, wî bazariya tilyakê dikir û bi wê sedemê ew çend caran bo demên kin kete girtîgehê, lê cezayê mezin di 18 saliya xwe da stand.
Navê 50 Cent Curtis ji dizekî mezin bi navê Kelvin Martin tê. Curtis ew nav li xwe kir, ji ber ku hemu tiştên Curtîs wekî wî bûn.
Curtis bazariya tilyakê berda, dema wî dît, muzîka Rap pirtir dirav dianî. Jam Master Jay (Run DMC) alîkariya Curtis Jackson kir û wî bir labelî (koma muzîkê) Jam Master. Lê li wir Curtis ne bi kêf bû û çû labelî Columbia Records. Li wir albûmê Power of the Dollar çêbû. Lê berî ew albûm derkevê hinekan bi kêran li Curtis xistin. Li roja 24ê gulanê 2000 li pêş malê bapîrên yekî bi neh qurşînan li Curtis xist, lê curtis nemir. Labelî Columbia Records peymana xwe rakir û albûma wî jî dernexist. Curtis çend stranan paşê kir li ser albûmê xwe yê din, Guess who's back.
Piştî wê demê Curtis dîsa bi tilyak bazardikir, lê dîsa yekî alîkariya wî kir: Eminem. Piştî demekî Curtis peymanek bi Eminem û Dr. Dre li cem labelên Shady Records/Aftermath Entertainment çêkir. Curtis bi xwe gotiye, ew bes rêzdariyê mezin Eminem û Dr. Dre dikir.
Albûma Get Rich or Die Tryin' di salê 2003 da li DYE 6,5 milyon car hatiye firotin. Li cîhanê tevda ew nêzîkî 11 milyon caran hatiye firotin. Albûmê din bi navî The Massacre li rojê 8ê adarê 2005 derket. Ew albûm jî pir rind hatiye firotin.
Di havîna 2005 da Curtis fîlmek li ser cîhana xwe çêkir. Navê wî fîlmî wekî albûma xwe Get Rich or Die Tryin' bû. Ew fîlm li Keneda hatiye çêkirin. Paşê albûmek bi soundtrackên wî fîlmî hatiye derxistin, navê wî - dîsa - Get Rich or Die Tryin' bû.
Curtis Jackson avakarê grûpê G Unit e. Ew grûpa albûma ji endamên xwe re derdixist. Bi hevra jî albûmek derket, Beg for Mercy. Ji Lloyd Banks re albûma The Hunger for More hatiye çêkirin, ji Young Buck re Straight Outta Cashville û ji The Game re The Documentary. The Game jî endamekî G Unit bû, lê paşê 50 Cent wî qewitand. Bes jinek li G Unit da ye, ew jî Olivia ye. Ew stranbêjekî R & B ye. Di tebaxê 2005 da Tony Yayo, endamekî G Unit, albûmê xwe derxist, Thoughts of a Predicate Felon. Curtis paşê hên çend endamên din anî G Unit; Ma$e, Mobb Deep, Spider Loc, MOP û Hot Rod.
Sal | Nav | Cihê xwe | Rojê derxistinê û Firotinê li cîhanê tevda | ||||
---|---|---|---|---|---|---|---|
Almanya | Awistriya | DYA | Brîtanyaya mezin | Awistralya | |||
2002 | Guess who's back? | - | - | - | 28 | - | 26ê nîsanê 2002 0,5 milyon |
2003 | Get Rich or Die Tryin' | 4 | 16 | 1 | 2 | 1 | 6ê sibatê 2003 12,5 milyon |
2005 | The Massacre | 1 | 2 | 1 | 1 | 1 | 8ê adarê 2005 10 milyon |
2005 | Get Rich Or Die Tryin' | 27 | - | 2 | 18 | 17 | 8ê çiriya paşîn 2005 2,5 milyon |
2007 | Curtis | 2 | 4 | 2 | 2 | 3 | 11ê îlonê 2007 2,5 milyon |
2009 | Before I Self Destruct | 36 | 41 | 5 | 22 | 14 | 16ê çiriya paşîn 2009 1,5 milyon |
8 Mile (yê Eminem)
Under Construction (yê Missy Elliot)
Cheers (yê Obie Trice)
The Streetsweeper Vol. 1 (yê DJ Kayslay)
La Bella Mafia (yê Lil Kim)
Chicken and Beer (yê Ludacris)
Grand Champ (yê DMX)
The Streetsweeper Vol. 2 (yê DJ Kaslay)
The Hunger for More (yê Lloyd Banks)
Straight Outta Ca$hville (yê Young Buck)
Loyal To The Game (ýê 2Pac)
Encore (yê Eminem)
Rhythm & Gangsta-The Masterpiece (yê Snoop Dogg)
The Documentary (yê The Game)
Searching For Jerry Garcia (yê Proof)
Thoughts Of A Predicate Felon (yê Tony Yayo)
Blood Money (yê Mobb Deep)
Rotten Apple (yê Lloyd Banks)
Second Round's on Me (yê Obie Trice)
Eminem presents: The Re-Up (yê Eminem)
The Evolution (yê Ciara)
Bred 2 Die Born 2 Live (yê Lil Scrappy)
Buck the World (yê Young Buck)